YE û Çînê piştî 7 sala li hev kirin
Yekîtîya Ewrupa (YE) û Çînê, piştî danûstandinên heft salan ser peymana bazirganîyê li hev kirin.
Seroka Komîsyona YE’ê Ursula von der Leyen û kanala dewletê ya Çînê ragihandin ku danûstandin bi dawî bûne.
Von der Leyen, Serokê Konseya YE’ê û Serokê Çînê Xi Jinping bi rêka vîdeokonferansê axifîn. Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransa Emmaneul Macron jî beşdarî hevdîtina Online bûn.
Bi lihevkirina YE û Çînê ew cara pêşîn e ku her du alî peywendîyên xwe yên bazirganî ewqas berfireh dikin. Çaverê ye ku bi peymanê re kompanîyên Ewrupî bi awayekî hêsan derbazî nav bazarên Çînê bibin.
Wezîrê Aborî yê Almanya Peter Altmaier ser lihevkirinê razîbûna xwe ragihand. Altmaier da zanîn ku lihevkirina her du alîyan ‘’serketineke mezin’’ e û da zanîn ku ew yekbûn û bihevrebûna Ewrupa nîşan dide. Wî dîyar kir ku bi lihevkirinê re kompanîyên Ewrupî pirtir derbazî nav bazarên Çînê bibin.