Kanûn 31, 2020 12:31 Asia/Tehran
  •  Li Amerîkaya Latîn - Ji ber germbûna kurewî qeşaya dawîn a li Venezuelayê jî dihele

Li Venezuelayê ji ber germbûna kurewî qeşaya dawîn mezin a ya li Lûtkeya Humboldtê jî bilez dihele.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Venezuelayê ji ber germbûna kurewî qeşaya dawîn mezin a ya li Lûtkeya Humboldtê jî bilez dihele.

Li gor nûçeya malpera înternetê ya El Nacionalê qeşaya li Lûtkeya Humboldtê ya ku li ser Çiyayê Sierra Nevada de Meridayê jî hindik maye bi tevahî bihele.

Lêkolîner ji bo ku nîşan bidin guherîna avûhewayê ya di navbera Gulana 2019 û Cotmeha 2020î da çawa çêdibe xebitîn. Li gor qeydên lêkolîneran demeke hindik maye ku qeşaya li Lûtkeya Humboldtê bi tevahî bihele.

Li gor zanyaran ewil mezinahiya qeşayê bi qasî 300 qadên futbolê zêde bû.

Di sedsala 20emîn da ji ber germahiya dinyayê zêde dibe qeşa bilez dihelin. Herî zêde jî tesîr li ser Çiyayên Andê yên Tropîkal çêdibe.

 

Serepeyv