Meclisa Nûneran vetoya Trump a li dijî qanûna budçeya parastinê betal kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i322711-meclisa_nûneran_vetoya_trump_a_li_dijî_qanûna_budçeya_parastinê_betal_kir
Meclisa Nûneran a Amerîkayê vetoya serokomarê vî welatî Donald Trump a li dijî projeqanûna budçeya parastinê, red kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 30, 2020 05:50 Asia/Tehran
  •  Meclisa Nûneran vetoya Trump a li dijî qanûna budçeya parastinê betal kir

Meclisa Nûneran a Amerîkayê vetoya serokomarê vî welatî Donald Trump a li dijî projeqanûna budçeya parastinê, red kir.

Li gorî AFP’ê 322 nûnerên Partiya Demokrat û 109 nûnerên Partiya Komarparêz li dijî vetoya Trump a li dijî budçeya parastinê dengê xwe da.

Kongreya Amerîkayê di meha borî de, budçeya parastinê bi miqdara 740 milyar û 500 milyon dolar, di nav de mûçeyên leşkeran jî heye, bi erêkirina 225 dengên Meclisa Nûneran û 84 dengên Senatoran hate erêkirin. Lê Trump ev qanûn red kiribû.