Kanûn 29, 2020 14:28 Asia/Tehran
  • Ihtimala destwerdana Rûsiyê di rewşa êrîşa li ser Ermenistanê da

Serokwezîrê Ermenistanê qala ihtimala destwerdana Artêşa Rûisyê di rewşa dstdirêjiya hêzên biyanî ser axa wî welatî kir.

Li gorî rapora Shafaghnayê, Nîkol paşîniyan, Serokwezîrê Ermenistanê roja Sêşemiyê got: Parêzgeha Siyonîkê li beşa herî başûr a Ermenistanê û ser sînorê digel Komara Azerbaycanê li ber gefê ye, heke êrîşek li ser vê navçeyê pêk were, ne tenê hzêên çekdar ên Ermenistanê, belkî Rûsiye jî dê destwerdanê bike.

Gotinên Serokwezîrê Ermenistanê wek berteka li hemberî îdiayên hevaheng ên Tirkiye û Komara Azerbaycanê tên hilêxistin ku amaje bi binpêkirina agirbesê ji aliyê Ermenistanê li navçeyê û êrîşa 6 çekdarên ermenistanî li ser hêzên Komara Azerbaycanê dike.

Ermenistanê ev îdia red kirine û ewna bi armanca tevgeriyana aliuyê azerbaycanî li navçeyê daye zanîn.

 

Serepeyv