Kanûn 14, 2020 16:24 Asia/Tehran
  • New York Times: Êrîşa sayberî ya li dijî Wezareta Xezîne û Bazirganiya Amerîkayê ji êrişên herî mezin ê Sayberî ye

New York Timesê êrîşa sayberî ya li dijî Wezareta Xezîneyê û Bazirganiyê ya Amerîkayê wekî yek ji êrişên sayberî ya herî tevlihev û belkî jî ya herî mezin a di nav pênc salan de bi nav kir.

New York Times ragihand ku sedema êrişa sayberî nediyar e û destnîşan kir ku hackeran(hekêran) li pergala E-Mail a Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê hack kirine.

Li gorî raporê, hejmarek ajans û saziyên ewlehiya neteweyî yên Amerîkayê jî ketine bin bandora êrişên sayberî, her çend ne diyar e ku gelo ajans û pergalên hanê agahdariyên xwe yên veşartî li asta pir bilind hene an na?.

Di heman demê de saziya ewlehiya sayberî ya Wezareta Ewlehiya Navxwe ya Amerîkayê jî bû hedefa êrişên sayberî.

Reuters şeva borî ragihand ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê kete ber êrişa sayberî û hate hakkirin.

Reuters ragihand ku grûbek pispor a hackeran ku dewleteke biyanî piştgirî wê dike hewil daye ku agahiyan ji Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê û rêxistinek Amerîkî ya ku berpirsê biryardayîna derbarê polîtîkayên Înternet û ragihandinê ye, bidize.

Medya ragihand ku ev êrîşa sayberî bû sedem civînek awarte ya Civata Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê li Qesra Spî pêk were.

Medyaya Amerîkayê îdia kirin ku destê Rûsyayê di êrîşa sayberî ya dijî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê de ye.

Ji aliyê din ve ajansa nûçeyan ya Tassê ragihand ku balyozxana Rûsyayê li Waşîngton diyar kir ku êrişên li qada agahdariyê berevajî prensîbên siyaseta derve ya Moskowê ne û medyaya Amerîkî carek din bi tawanbarkirinên bêbingeh dijî Rûsiya derbarê êrişên sayberî ser sazî û rêxistinên hikûmeta Amerîkî xistin rojevê ku Moskovê yekê bi eşkera û cidî red dike.

Serepeyv