Du yûnanî bi tawana sîxoriya jibo Tirkiyê hatin girtin
Kanûn 13, 2020 19:20 Asia/Tehran
Rêxistina Ewlehkariyê ya Yûnanê qala girtina du welatiyên xwe bi tawana veguhestina lêzanînên hestyar ên leşkerî bo Tirkiyê kir.
Li gorî rapora Farnce Pressê, Du welatiyên yûnanî ên tawanbarê sîxoriyê jibo Tirkiyê di encam ahewildana Rêxistina Ewlehkariyê ya Yûnanê (EYP) da hatin girtin. Her du welatîyên tawanbarê sîxoriyê li girava Rûdisa Yûnanê li rojhilata Deryaya Sipî dixebitîn.
Yek ji van kesan li konsûlxaneya Tirkiyê li Rûdisê kar dikir û yê din di halê karkirina li ser keştiya navbera Rûdis û Girava biçûk a Kastrolîzeyê, girava herî rojhilatî ya Yûnanê bû.
Pêştir medyayên yûnanî, Tirkiye bi sûcê şandina sîxoran bo kampên penaxwazan li nav axa Yûnanê jibo girtina dijberên Erdoxên tawanbar kiribûn.