Nikos Dendias: Cihê ku Dewleta Tirkiyê lê be, pirsgirêk lê hene
Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias ji ber rola wê ya neyînî li herêmê Dewleta Tirkiyê rexne kir û îşaret pê kir ku DYA, Fransa û dewletên din, Dewleta Tirkiyê wek pirsgirêkekê ji bo NATO`yê dibînin.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Li gorî rojnameya Cathimerini ya Yewnanistanê wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias got êdî dewletên din hêdî hêdî rastî êrişên Dewleta Tirkiyê tên.
Dendias di panelekê de axivî û got: “Êdî DYA (Amerîka) û Fransa Dewleta Tirkiyê wek pirsgirêkekê ji bo NATO`yê dibînin.”
Dendias wiha domand: “Dewletên din hîna bi xetereya pirsgirêkê ya giştî nehesiyane, lewra bertekên wê li hemberî provokasyonên Dewleta Tirkiyê û êrişa wê dereng dimînin.”
Her wiha Dendias got “cihê ku Dewleta Tirkiyê lê be, pirsgirêk lê hene.”