Kanûn 09, 2020 18:53 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Fransayê li ser ronkirina helwêstên Tirkiyê derheqê Ewropayê

Wezîrê karên derve yê Fransayê destnîşan kir ku heke Tirkiye helwêsta xwe diyar neke, jinûveavakirina pêwendiyên Enqerê digel Ewropayê dê neqewime.

Li gorî rapora Reutersê, Jan Îvê Lu Diriyan (Jean-Yves Le Drian), Wezîrê karên derve yê Fransayê roja Sêşemiyê di gotûbêja telefonî digel Mewlûd Çawûşoxlû, hevpêşeyê xwe yê tirkiyeyî got ku jinûvedestpêkirina pêwendiya avaker digel Yekîtiya Ewropayê tenê di demekê da dê biqewime ku Enqere helwêsta xwe derbarê çend mijaran ron bike.

Ev têkiliya telefonî li ser daxwaza Tirkiyê pêk hatiye.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê jî bi dxuyaniyekê di vî warî da ragihand ku Wezîrên karên derve êyn Fransa û Tirkiyê di vê têkiliya telefonî da mijarên dualî û navçeyî gotûbêj kirin.

Ev di halekî da ye ku Receb teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê roja Duşemiyê got ku "Tirkiye dê li hember gefxwarin û bacxwaziyê bejna xwe netewîne."

Pêwendiyên Tirkiye û Ewropayê demek e ku ji ber kiryarên Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Sipî tûşî kêşeyê bûye.

Yekîtiya Ewropayê her wiha ji rola Enqerê di şerên Lîbya û Sûriyê û têkiliya bi Rûsiyê ra nerazî ye.

 

 

Serepeyv