Kanûn 06, 2020 22:16 Asia/Tehran
  • Li Hindustanê ji ber pêketina vîrusa koronayê hejmara miriyan ji 140 hezar kesan derbas bû

Piştî Amerîkayê welatê herî zêde pêketina vîrusa koronayê lê hatiye tomar kirin, Hindîstan e, hejmara pêketina bi vîrusa koronayê li vî welatî berdewam zêde dibe.

Di 24 saetên borî de li Hindustanê 36 hezar û 11 pêketinên nû yên vîrusa koronayê hatin tomar kirin û bi giştî ji hejmara pêketiyên vîrusa korona li wî welatî geheşt 9 milyon û 644 hezar û 222 kesan.

Herwaha li Hindustanê di 24 saetên borî de 482 kesên din ên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi wî awayî hejmara kesên heta naha li Hindustanê ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane giheşte 140 hezar û 182 kesan.

Hat ragehandin li Hindîstanê heta naha 9 milyon û 100 hezar û 792 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Hindustan li seranserê cîhanê welatê piştî Amerîkayê herî zêde pêketina bi vîrusa koronayê lê hatiye tomar kirin e. herwaha piştî Amerîka û Brezîlyayê welatê sêyeme ku ji ber pêketina vîrusa koronayê mirin lê hatiye jiyan kirine.

Serepeyv