Bernameya Pûtîn jibo hebûna berfireh a Rûsiyê li "Bakurgehê"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i322037-bernameya_pûtîn_jibo_hebûna_berfireh_a_rûsiyê_li_bakurgehê
Serokomarê Rûsiyê qala bernameya berfireh a dewleta vî welatî jibo sermiyandanîna li Bakurgehê (Cemsera Bakur a erdê) kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2020 18:18 Asia/Tehran
  • Bernameya Pûtîn jibo hebûna berfireh a Rûsiyê li

Serokomarê Rûsiyê qala bernameya berfireh a dewleta vî welatî jibo sermiyandanîna li Bakurgehê (Cemsera Bakur a erdê) kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Vladîmîr Pûtîn, Serokomarê Rûsiyê îro Şemiyê di civîneke vebînarê da got: Di dehikên pêşerojê da Rûsiyê bi amadebûna li Bakurgehê (Arctic) û erdên bakurî yên kêleka wê hebûna xwe berfireh bike û bikaranîna çavkaniyên xwezayî yên vê navçeyê û behrewergirtina ji wan pirr girîng e.

Pûtîn li ser pêwîstiya berçavgirtina taybetmendiyên Bakurgehê û erdên bakurî yên Rûsiyê, her wiha çalakiyên aborî li van navçeyan pêgirî kir.

Rûsiye ji Gulana  2021ê serokatiya dewreyî ya Konseya Bakurgehê digire ustiyê xwe; Konseya ku welatên Danîmark, Îslend, kanada, Norwêj, Amerîka, Fenland, Swêd û Rûsiye endamên wê ne.

Enistîtûya Lêkolînên Erdnasiyê ya Amerîkayê (USGS), zimhêrên petrola bakurgehê derdora 90 miliyar bermîlî texmîn kiriye.

Çaverêtî heye bi germbûna hewayê Erdê, reqabeta navbera Rûsiyê û welatên cînarê Bakurgehê jibo hebûna her çi zêde li vê navçeyê û avên Oqyanûsa Qerisî ya Bakur û erdên li vê navçeyê gurrtir û girantir bibe.

Rûsiye bo vê mebestê, bi awayekî taybet  keştiyên xwe yên atomî yên Cemedşikên ku dikarin herin Bakurgehê, xurttir dike.