Hejmara pêketiyên koronayê gihêşt 60 milyonî
Mijdar 28, 2020 11:39 Asia/Tehran
Li cîhanê zêdetirî 60 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û hejmara kesên ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest daye, gihaşt milyonek û 430 hezar kesan.
Li gorî nûçeya Reutersê li cîhanê 60 milyon û 871 hezar kes bi vîrusa Koronayê ketine, di heman demê de hejmara kesên ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest daye, gihêşt milyonek û 430 hezar kesî.
Li gorî zanyariyan, Amerîka di rêza yekemîn a pêketiyên vîrusê de ye, paşê Hindistan, Brezîlya, Îtalya û Rûsya tên.
Her wiha têkildarî hejmara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye, dîsa Amerîka di rêza yekemîn de ye, paşê Îtalya, Meksîka, Fransa û Hindistan tên.