Mijdar 27, 2020 09:16 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê: Tirkiyê hewl dide hejemonyaya Osmanî vegerîne

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias diyar kir ku dewleta Tirkiyê hewl dide ku bi rêyên şaş hegemonyaya Osmaniyan vegerîne.

Nikos Dendias ji toreya El-Erebiye re da xuyakirin ku dewleta Tirkiyê faktoreke bêistiqrariyê li herêmê ye û hewl dide îradeya xwe li cîranên xwe ferz bike.

Dendias da zanîn ku tiştê ew rastî wan tê, dewleta Osmanî ya nû ye û bi bîr xist ku Enqere çeteyan dibe Sûriye, Lîbya û başûrê Qefqasyayê.

Nikos Dendias piştrast kir ku dewleta Tirkiyê hewl dide destwerdanê di karên hundirîn ên Misirê jî bike û destnîşan kir ku dewleta wî naxweze rêya leşkerî hilbijêre, lê belê ger were xwestin dê parastina welatê xwe bikin.

 

 

Serepeyv