Mijdar 16, 2020 18:55 Asia/Tehran
  • Li Belcîkayê kevokek bi 1.9 milyon euro hat firotin

Li Belcîkayê di mezadekê de kevokek ku nameyan dibe û tîne, bi buhayê 1.9 milyon Euro hat firotin. Kesê ku ew pereyê zêde da bi wê kevokê, kesekî Çînî ye.

Li gorî berpirsên platforma mezadê ya online PIPA, ew kevoka mê ya bi navê New Kim, dibe giranbuhatirîn teyrik di cîhanê de ku dikeve pêşiya kevokê nêr, Armando, yê ku di sala 2019an de bi buhayê 1.25 milyon Euro ji aliyê heman kesî ve hatibû kirîn.

New Kim, kevoka temen 2 salî ye ku yekem car bi 200 euro ji bo firotinê kete mezadê, piştre di navbera du kesên Çînî de hevrikî çêbû û dawiyê bi buhayê 1.9 milyon euro ji bo kesekî wan hat firotin.

Rêveberê PIPA, Nikolaas Gyselbrecht ji ajansa AFP re ragihandiye, ev cara yekem e kevokek bi buhayekî wiha tê firotin, herwiha got ku wî bawer nedikir, pereyekî wiha bidin wê kevokê. Gyselbrecht gotiye, “ev rekoreke cîhanî ye, ti carî firotineke bi belegeyî bi nirxeke wiha nehatiye firotin.”

Bikirê kevokê navê wî nehatiye aşkerekirin, lê Rêveberê PIPAyê Nikolaas Gyselbrecht gotiye, “pir muhtemel e ew dê kevokê xwedî bike”.

Di salên dawiyê de, xwedîkirina kevokên Ewropî li seranserî cîhanê zêde bûye, bi taybetî li Çînê ku di pêşbirkan de qezencek baş ji wan tê bidest xistin.

Serepeyv