Plana têrorkirina Paşîniyan hat pûçkirin
Mijdar 15, 2020 09:03 Asia/Tehran
Servîsa istixbarata Ermenistanê ragihand ku plana têrora Nîkol Paşîniyan Serokwezîrê vî welatî hatiye pûçkirin.
Ajansa nûçeyan a Armen Pressê roja Şemiyê ragihand ku Artûr Vanitsiyan Serokê berê yê Servîsa istixbarata Ermenistanê bi tawana komplo û plandarêştina jibo têrora Paşîniyan û komploya dijî wî hatiye girtin.
Vanitsiyan aniha Serokê Partiya Veten a Ermenistanê ji aprtiyên dijberê serokwezîrtiya Paşîniyan e û bi sûcê veguhestina neqanûnî ya çek û muhimatê hatiye tawanbarkirin.