Mijdar 10, 2020 23:23 Asia/Tehran
  • 17 çekdarên Talîban hatin kuştin

Li bajarên Beglan û Belex ên Efganistanê 17 endamên tevgera Talîban hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Efganistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişa asmanî ya hêzên artêşa Efgansitanê de li herêma Beglan herî kêm 8 endamên Talîbanê hatin kuştin.

Di daxuyaniya wezaretê de ku ajansa Xama Press a Efganistanê weşandibû, hate diyarkirin ku êriş li dijî endamên Talîbanê yên ku êrişî nuqteyên artêşê dikir, pêk hat.

Her wiha li gorî daxuyaniyeke din a wezaretê, li herêma Zarî ya Wilayeta Belexê 9 endamên Talîbanê hatin kuştin.

Serepeyv