Serokwezîrê Ermenistanê li ser peymanê got: Ji bo me gelek bi êş e
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan têkildarî şerê Qerebaxê (Artsaxê) got; “Ji bidawîbûna şerê li Artsaxê min tevî serokdewletên Rûsya û Azerbaycanê mohra xwe danî binê peymanekê. Metnê daxuyaniya ku hatiye weşandin ji bo min û ji bo gelê me gelekî giran e û bi êş e.”
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek li ser şerê li Qerebaxê da. Paşînyan di peyama xwe de got; “Min biryareke welê da ku ji bo me hemûyan gelekî zehmet e.”
Paşînyan di dewama peyama xwe de got; “Ji bidawîbûna şerê li Qerebaxê min tevî serokdewletên Rûsya û Komara Azerbaycanê îşev mohra xwe danî binê peymanekê. Metnê daxuyaniya ku hatiye weşandin ji bo min û ji bo gelê me gelekî giran e, bi êş e.”
Paşînyan diyar kir ku ev biryar li ser nêrîn û daxwaza mirovên ji aliyê rewşa leşkerî û rewşa giştî ve şareza ne hate dayin û got; “Ne serketin e, lê belê ne têkçûn e.” Paşînyan destnîşan kir ku divê ev yek bibe destpêka yekîtiya wan a neteweyî, dema wan a jinûve vejînê.”
Paşînyan bi dewamî got; “Ji bo plankirina paşeroja xwe divê em salên xwe yên serxwebûnê analîz bikin û şaşitiyên xwe yên derbasbûyî dubare nekin.
Li pêşberî qurbaniyên me hemûyan bejna xwe ditewînim. Leşkerên me, generalên me, dilxwazên me hemûyan ên ku welatê xwe parastin bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi kesayetiya xwe Artsah rizgar kirin. Me heta dawiyê şer kir û em ê bi ser bikevin. Artsah li ser piyan e. Bijî Ermenistan. Bijî Artsah.”
Di daxuyaniyê de zanyariyên peymanê nehatin eşkerekirin. Qesra Kremlînê jî piştrast kir ku ji bo dawî li şerê li Qerebaxê bê anîn peymanek hatiye îmzekirin.
Beriya van daxuyaniyan, Komara Azerbaycan a ku piştgiriyê ji Tirkiyê werdigire ragihandibû ku wan kontrola bajarê Şûşa yê stratejîk bi dest xistine. Şûşa ku li ser çiyayekî ye, bi 15 kîlometreyan dûrî paytexta Qerebaxê Spatanekertê ye.
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî ragihand ku wê hêzên aştiyê li herêma Qerebaxê bên bicihkirin.
Pûtîn ragihand ku herdu alî wê di pozîsyona xwe ya heyî ya leşkerî de bimînin û navendên ragihandinê jî wê bên vekirin.
Serokdewletê Rûsyayê diyar kir ku ew hêvîdar e peymana nû ya agirbestê li gorî berjewendiyên her du aliyan çareseriyeke demdirêj ji krîza Qerebaxê re bîne.