Di encama êrişa DAÎŞ’ê li Kabulê de 22 kes mirin
Di êrîşa li ser zanîngeheke ya li paytexta Efxanistanê, Kabulê de bi kêmanî 22 kes mirin. Çeteyên DAÎŞ’ê êrîş li xwe girt.
Bi bombeyeke zindî li zanîgeha Kabulê êrîşek pêk hat û piştre jî 2 çeteyan xwendekar kirin hedef.
Li zanîngahe herî mezin a welat di navbera hêzên ewlekarî û êrîşkaran de bi saetan şer qewimî.
Li gorî çavkaniyên Wezareta Karên Hundir, 3 êrîşkar bûn. Kesekê bombeya li ser xwe teqand, 2 yên din jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin.
Di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê li xwe girt de, xwendekar jî di nav de bi kêmanî 22 kes mirin, 22 jî birîndar bûn.
Serokkomar Eşref Ganî, ragihand ku wê tola xwendekarên bê guneh hilînin. Ganî got: “Wê ev êrîş bê bersiv nemîne, bersiva vê wê bê dayîn.”
Di êrîşa bombeyî hefteya borî ya li dijî navendeke perwerdehiyê ya dikeve rojavayê Kabulê de piranî xwendekar 24 kes miribûn, vê qetlîamê jî DAÎŞ’ê li xwe girtibû.
Sala 2018’an jî çeteyên DAÎŞ’ê li zanîngeha Kabulê êrîşek întiharî pêk anîbû, 12 kes miribûn.
Balyuzê Îranê li Kabulê ev êrişa terorîstî şermezar kir û li ser hevkariya komî li dijî teror û terorîstan sekinî.