Ermenistanê careke din ragihand ku çeteyên sûrî li Komara Azerbaycanê hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320971-ermenistanê_careke_din_ragihand_ku_çeteyên_sûrî_li_komara_azerbaycanê_hene
Serokwezîrê Ermenistanê careke din ragihand ku vî welatî belgeyên teqil û tekûz hene ku çeteyên çekdar ji Sûriyê hatine Komara Azerbaycanê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 01, 2020 14:07 Asia/Tehran
  • Ermenistanê careke din ragihand ku çeteyên sûrî li Komara Azerbaycanê hene

Serokwezîrê Ermenistanê careke din ragihand ku vî welatî belgeyên teqil û tekûz hene ku çeteyên çekdar ji Sûriyê hatine Komara Azerbaycanê.

Li gorî rapora Fars Newsê, Nîkol Paşîniyan Serokwezîrê Ermenistanê îro Yekşemiyê bi weşandina vîdyoyekê li Facebooka xwe, ragihand ku belgeyên tekûz li ber destê Yêrîvanê hene ku nîşan didin çeteyên çekdar ên sûrî bo Komara Azerbaycanê hatine veguhestin.

Li gorî rapora Russia Today a Erebî, Wî got ku Tirkiyê têrorîstên çekdar şandine Qerebaxê û di vîdyoya ku wî weşandiye da hatiye ragihandin ku leşkerên Qerebaxa çiyayî, çeteyekîçekdar ê sûrî girtine.