Li Lyonê êrîşî Dêra Ortodoks a Yewnanê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320941-li_lyonê_êrîşî_dêra_ortodoks_a_yewnanê_kirin
Li bajarê Lyonê ya Fransayê di êrîşa çekdarî ya li ser Dêra Ortodoks a Yewnanê de keşeyê dêrê bi giranî birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2020 19:11 Asia/Tehran
  • Li Lyonê êrîşî Dêra Ortodoks a Yewnanê kirin

Li bajarê Lyonê ya Fransayê di êrîşa çekdarî ya li ser Dêra Ortodoks a Yewnanê de keşeyê dêrê bi giranî birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên polîsan êrîşek li nêzî Dêra Ortodoks a Yewnanê ya li herêma 7’an a bajarê Lyona li başûrê Fransayê pêk hat.

Hate diyarkirin ku dema keşe dêr digirt êrîşkar bi tivinga nêçîrê  li keşe daye û ji wir reviyaye.

Hate ragihandin ku gelek polîs ber bi herêmê ve hatine şandin û dora qadê hatiye girtin.