Giştpirsîna Qanûna Bingehîn a nû ya Şîliyê hat lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320763-giştpirsîna_qanûna_bingehîn_a_nû_ya_Şîliyê_hat_lidarxistin
Geliyê Şîliyê roja Yekşemiyê beşdarî Giştpirsîna Qanûna Bingehîn a nû ya vî welatî bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2020 19:26 Asia/Tehran
  • Giştpirsîna Qanûna Bingehîn a nû ya Şîliyê hat lidarxistin

Geliyê Şîliyê roja Yekşemiyê beşdarî Giştpirsîna Qanûna Bingehîn a nû ya vî welatî bû.

Li gorî rapora AA'yê, Bo cara yekem di dîroka Şîliyê da, xwedan mercên dengdayînê dengê xwe didin pêşnivîsa qanûna bingehîn a nû ku dewsa qanûna bingehîn a serdema dîktatoriya jeneral Agûsto Pînoşe ya sala 1980î digire.

Ev giştpirsîn ku bi lihevkirineke siyasî li kongreyê hat piştrastkirin, tûşî nerazitya dijî dewletê bû ku sala bihurî destpê bûye.

Di vê nerazîtiyê da zêde ji 30 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.