Yekitiya Ewrûpayê dilgiraniya xwe li bara binpêkirina agirbesê li Qerebaxê û daxwaza ecêb a serokkomarê Azerbaycanê ragehand
Berpirsê siyaseta derve ya YE dilgiraniya xwe ji ber binpêkirina agirbesê ji aliyê hêzên Ermenistan û Azerbaycanê û êrişa ser xelkê sivîl da diyarkirin.
Cozêp Borêl, Berpirsê siyaseta derve ya YE mixabiniya xwe li bara binpêkirina agirbesê li Qerebaxê da diyarkirin û got: Raporên li bara êrişa ser cihwarên sivîlan û hejmara kuştiyên wan li vê navçê dilgirankir in.
Wezîrên derve yên Ermenistanê û Komara Azerbaycanê roja îniyê li moskowayê bi mazûvaniya Sergeyî Lavrov wezîrê derve yê Rûsiyê muzakire kirin û her sê aliyan piştî deh sietan muzakirê li bara belgeyeke hevpar û damezrandina agibesê li navça Qerebaxê li hev kirin. li gor vê hevhatinê ji siet 12 nîvroya roja şemiyê ve yanê 10 Cotmehê agibes li Qerebaxê cih tê.
Berdevkê Wezareta derve ya Îranê jî mixabiniya xwe li bara binpêkirina agirbesa ragehandî navbera Azerbaycan û Ermenistanê da diyarkirin.
Seîd Xetîbzade berdevkê Wezareta derve ya Îranê roja duşemiyê li berteka li hember binpêkirina agirbesa ragehandî navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê got: Îran dilgiranê binpêkirina vê agirbesê ye û ji her du aliyan dixweze ku bila ser hemdê xwe bin û êrişên mûşekî ser binavhiyan û cihwarên jiyana xxelkê li bajaran û kuştina xelkê sivîl şermezar dike û xwe şirîkê xema malbatên tazîdar dizane.
Hevgav serokkomarê Azerbaycanê bi kiryareke ecêb daxwaza hizûra Tirkiyê li muzakirên têkildarî Qerebaxê kir.
Heftiya buhurî û piştî ragihandina agirbesê navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê li Moskowayê piraniya karzanan hişyarî dabûn ku Tirkiye ji ber ku xwestekên wê cih nehatine dê vê agirbesê qebûl neke.