Cotmeh 11, 2020 12:14 Asia/Tehran
  •  Şerê Komara Azerbaycan û Ermnistanê ser Qerebaxê careke din dest pê kir

Şerê Ermenistan û Azerbaycan piştî ku agirbest hat ragihandin ya bi navbeynkariya Rûsyayê careke din dest pê kir.

Şerê Komara Azerbaycan û Ermenistanê di roja 27ê Îlonê dest pê kiribû û herdu aliyan bi  navbeynkariya Rûsyayê duhê di saet 12an agirbest ragiahndibûn. Piştî agirbestê bi çend saetan careke din şer di navbera herdu aliyan de dest pê kir. Herdu alî hevdu bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin.

Wezareta Berevaniya Ermenistanê ragihand ku piştî destpêkirina agirbestê hêzên Komara Azerbaycanê careke din êrîşî wan kirine.

Herwiha Wezareta Berevaniya Komara Azerbaycanê jî îddîa dike ku hêzên Ermenistanê herêma Terter û Agdam topbaran kiriye.

Herwiha berpirsên Ermenistanê tekez dikin ku hêzên Azerbaycanê bi berdewamî êrîşî bajarê Stepanakertê dikin.

Li aliyê din televîziyona dewleta Tirkiyê ya TRT World û berpirsên Komara Azerbaycanê jî îddîa dikin ku hêzên Ermenistanê bi mûşean êrîşî bajarê Genceyê kirine û xelkê medenî dikin armanc.

Serepeyv