Komara Azerbaycanê û Ermenistanê jibo pêkhatina agirbesê li Qerebaxê li hev kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320267-komara_azerbaycanê_û_ermenistanê_jibo_pêkhatina_agirbesê_li_qerebaxê_li_hev_kirin
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê berbanga Şemiyê qala lihevkirina Komara Azerbayanê û Ermenistanê jibo rawestandina pevçûnan û pêkhatin aagirbesê li navçeya kêşeliser a Qerebaxê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2020 05:11 Asia/Tehran
  • Komara Azerbaycanê û Ermenistanê jibo pêkhatina agirbesê li Qerebaxê li hev kirin

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê berbanga Şemiyê qala lihevkirina Komara Azerbayanê û Ermenistanê jibo rawestandina pevçûnan û pêkhatin aagirbesê li navçeya kêşeliser a Qerebaxê kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Sêrgêy Lavrof, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê bi ragihandina nûçeya lihevhatina Komara Azerbaycanê û Qerebaxê jibo pêkanîna agirbesê li navçeya Qerebaxê, got: Ev agirbes ji nîveka şeva 10ê Cotmehê (şeva çûyî) va destpê bûye.

Lavrov piştî civîna sêalî ya digel hevpîşeyên xwe yên Komara Azerbaycanê û Ermenistanê li Moskovayê ku 10 saetan berdewam bû, bi xwendina daxuyaniya hevpar a vê civînê ragihand: Komîteya navneteweyî ya Xaça Sor dê rola navcî navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê bilîze û dê çavdêriya agirbesê bike.

Li gorî vê daxuyaniyê, ev agirbes bi armancên mirovdostane ji wan danûstandina hêsîran, komkirina leşên kuştiyan li navçeyên şêrr û alîkariya bo welatiyên sivîl ên ziyandîtî di van pevçûnan da pêk hatiye.

Wezîrên karên derve yên Komara Azerbaycanê û Ermenistanê li sser vexwendina Vladîmîr Pûtîn çûn Moskovayê da ku derbarê îmkana bidawîanîna pevçûnên Qerebaxê bişêwirin.