Cotmeh 07, 2020 23:35 Asia/Tehran
  • Di şerê li herêma Qerebaxê de gelek sivîl bûne qurbanî

Gerînendeya Çavdêriya Binpêkirina Mafên Mirovan ya Qerebaxê (Artsaxê) Artak Baglarian ragihand ku ji roja destpêkê ya êrişên leşkerî li ser Qerbaxê ve derdora 100 kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

Di encama şerê ku 11 roj in li Qerebaxê di navbera artêşa Azerbaycanê û şervanên Ermenistanê berdewam dike de bi dehan kes hatin kuşt û birîndarkirin û wêrankirineke pir mezin gihaşt hemû kantonên  herêmê. Taybet paytextê Stypanakertê ku ji aliyê hêzên Komara Azerbaycanê ve rastî topbaraneke  giran tê.   

Gerînendeyê Çavdêriya Binpêkirina Mafên Mirovan ya Qerebaxê diyar kir ku hemû penaberên ku ji herêmê derketine û gihêştine Yêrîvan û bajarên din jin, temenmezin û zarok in.

Artak Baglarian da zanîn ku hejmara kesên ku hatine nayê zanîn, lê bi dehhezaran in û ew weke penaber li wan dinihêrin ji ber ku ew ji bajarekî derbasî bajarekî din bûne. Ew penaber niha ji aliyê şêniyên Ermenistanê ve tên pêşwazîkirin û bi cihkirin, lê divê rêxistinên navnetewî bi awayekî lez bi erka xwe rabin û vê erka mezin tenê ji Yerîvanê re nehêlin.

Her wiha Baglarian di berdewamiya hevdîtina xwe bi toreya Erebiyê re ragihand ku ew sivîl di encama êrişên dijminahiya Komara Azerbaycanê de neçar man ku ji herêmên xwe derkevin. Ji ber wê yekê berê xwe dan cihên bi ewle, lê heta niha tu rêxistinên navnetewî alîkarî  nedaye wan.

Li gorî çavdêriyê ji roja destpêkê 19 kesên sivîl jiyana xwe jidest dane, ji wan 7 jin û zarok in, 11 jî mêr in û 80 kes jî birîndar bûne.

Serepeyv