Ermenistanê bersiva êrişên Komara Azerbêcanê yên dualî da
Wezareta Parastinê ya Ermenistanê îro daxuyand ku hêzên Komara Azerbêcanê piştî anîna sewqiyetên leşkerî yên nû êrişî Qerebaxê kir. Her wiha serokê Fransayê Emannwel Makron careke din banga agirbestê kir û ew di çarçoveya koma Mînskê de vexwendin guftûgoyan.
Berdevka Wezareta Derve ya Ermenistanê Shoshan Stepanian li ser rûpela xwe ya Facebookê vê sibehê belav kir ku piştî Komara Azerbêcanê hêzên mezin li wir belav kirin, şerekî dijwar li herdu eniyên bakur û başûr dewam dike. Her wiha hêzên Ermenistanê pêdeçûna artêşa Azerbêcanê têk birin û zirarên mezin gihandin wê.
Li aliyekî din jî serokê komara Qerebaxê Iraik Harutyunyan li ser rûpela xwe ya Facebookê diyar kir ku ew bi xwe tevî hêzên taybet di eniya pêş de ye. Tevî wê jî şerê dijwar li eniyan rû dide, her wiha paytexta Qerebaxê Stepanakretê û bajarên dîtir hatin topbarankirin.
Di vê sibehê de Wezareta Parastinê ya Azerbêcanê da zanîn ku îro danê sibehê hêzên wan nuqteyên nû yên li eniya şer li Qerebaxê xistine bin kontrola xwe.
Her wiha Kuşka Elysee daxuyand ku serokê Fransayê Emmanuel Macron duh bi serokwezîrê Ermenistanê Nikol Bashinian û serokê Azerbêcanê Îlham Alyev re axivî û dîsa bang li agirbestê kir.