Mekron: Kêşeya Qerebaxê bêyî beşdariya Rûsiyê çareser nabe
Serokomarê Fransayê got: Qeyranên navçeyî ji wan pevçûna li navçeya Qerebaxê bêyî beşdariya Rûsiyê dê çareser nebin.
Li gorî rapora Novestiyê, Êmanûêl Mekron, Serokomarê Farnsayê îro Çarşemiyê di civîneke çapemeniyê li Lêtoniyê tevî pêgiirya li ser pêwîstiya beşdariya Rûsiyê jibo çareserkirina kêşeya niha li navçeya Qerebaxê, qala biryara xwe jibo gotûbêja telefonî digel Vladîmîr Pûtîn û Donald Trump serokomarên Rûsiye û Amerîkayê bi mebesta hilkolandina rewşa xerab li vê navçeyê û peydakirina rêkarekê jibo pirsgirêka niha kir.
Ev di halekî da ye ku serokomarê Rûsiyê roja Sêşemiyê di gotûbêja telefonî digel Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê li ser pêwîstiya rawestandina bilez a kiryarên leşkerî ji aliyê du welatan û berxwegirtina hin tevdîran jibo pêşîlêgirtin ji gurrbûna rewşê li navçeyê pêgirî kiribû.