Îlon 29, 2020 23:38 Asia/Tehran
  • Li herêma Qarabaxê şerekî dijwar diqewime

Komara Azerbaycanê li herêma Qarabaxê, dest bi operasyoneke mezin kir. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, ji ber şerê di navbera wan û K. Azerbeycanê de careke din dest pê kir, seferberiya giştî û rêveberiya awarte îlan kir.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku wan ‘li hemberî xeta eniyê dest bi operayonekê’ kirine. Wezaretê îdîa kir ku armanca wan ew e, “Dawî li karên leşkerî yên artêşa Ermenistanê bînin û ewlehiya sivîlan pêk bînin.”

Li gorî daxuyaniyê, di dema şer de helîkoptereke Azerbaycanê ketiye xwarê, lê belê personelê tê de bi saxî filitîne. Di heman daxuyaniyê de hate îdîakirin ku 12 bataryayên parastina hewayî yên Ermenan hatine îmhakirin.

Artêşa K. Azerbaycanê sibê zû li qada şer bombardûmaneke giran kiribû.

Berdevkê Wezareta Qerbaxa Çiyayî diyar kir ku artêşa Azerbaycanê bombe li paytext Stepanekertê barandine û  got, “Hêzên çekdar ên Qerbaxê heta niha planên K. Azerbaycanê têk birine û kirine ku windahiyên giran bide.”

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 2 helîkopterên K. Azerbaycanê li herêmê xistine.

Serepeyv