Ermenistanê rêya ku diçe beşa bakurî ya Qerebaxê girêda
Îlon 28, 2020 12:01 Asia/Tehran
Ermenistanê rêya ku diçe beşa bakurî ya Qerebaxê girêda.
Li gorî rapora IRIB Newsê ji zarê Televîziyona El-Cezîrê, dewleta Ermenistanê rêya ku diçe beşa bakurî ya Qerebaxê girêda.
Pevçûnên sînorî navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê di Tîrmeha bihurî da jî bû sebeba birîndarbûn û candana bi dehan kesî û du welatan tawana destpêkirina van pevçûnan li hev bar kirin.
Komara Azerbaycanê û Ermenistan li ser navçeya Qerebaxê bi hev ra nakok in.
Nîqaş û nakokiya navbera van du welatan li ser navçeya Qerebaxê sala 1988an destpê bû û sala 1991ê dawî veguherî pevçûna leşkerî. Di vê navberê da destwerdana hin welatên din jî bûye sebeb agirê vê nakokiyê gurrtir bibe.