Japon amadeyî gotûbêja bi Koreya Bakur ra ye
Îlon 26, 2020 09:36 Asia/Tehran
Serokwezîrê Japonê di axaftina xwe ya vîdyoyî di Heftî û Pêncemîn Civîna Civata Giştî ya NY amadetiya Japonê jibo hevdîtina bê pêşmerc digel Kîm Cong Ûn, Rêberê Koreya bakur ragihand.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya Sputnikê, Yûşîhîde Sûga, Serokwezîrê Japonê di Heftî û Pêncemîn Civîna Civata Giştî ya NY da got: Pêkanîna pêwendiyên kêrhatî navbera Tokyo û Piyong Yangê ne tenê li ser xêra du aliyan e, belkê dê bandorê li ser aştî û aramiya navçeyê jî bike.