Baran û bahozê eyaletên başûr û başûrê rojhilatê Amerîka daye ber xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i319603-baran_û_bahozê_eyaletên_başûr_û_başûrê_rojhilatê_amerîka_daye_ber_xwe
Bager û baranê başûr û başûrê rojhilatê Amerîka vegirtiye û ji ber wê jî zêdetirî nîv milyon mirov di tariyê de mane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 17, 2020 12:45 Asia/Tehran
  • Baran û bahozê eyaletên başûr û başûrê rojhilatê Amerîka daye ber xwe

Bager û baranê başûr û başûrê rojhilatê Amerîka vegirtiye û ji ber wê jî zêdetirî nîv milyon mirov di tariyê de mane.

Ev çend roj in eyaletên Florîda û Alabama yên Amerîka, ku dikevin başûr û başûrê rojhilatê wî welatî, ketine ber xezeba bager û bahoza “Sally”.

Li gorî agahiyan, bager û barana tund bûye sebeba ziyanên mezin bi taybet qutbûna elektirîka nîv milyon mirov.

Tê gotin ku lezatiya bahozê hinek caran digihê 170 km di saetekê de. Li gelek cihan lehî rabûye û baranek tund dibare.

Heta niha nayê zanîn ka gelo ti kes ji ber wê bahozê can dane yan jî birîndar bûye yan na.