Li Efganistanê ji ber lehiyê herî kêm 175 kes mirin
Li Efganistanê, ji ber karesatên lehiyê ku vê hefteyê rû dan herî kêm 175 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî wezareta têkildarî felaketan, di serî de li bakurê welêt li 13 wîlayetan felaketên lehiyê rû dan.
Tenê li wîlayeta Perwanê 116 kesî jiyana xwe ji dest dan, 120 kes birîndar bûn û 15 kes jî winda bûn.
Rayedaran diyar kirin ku bi giştî herî kêm 175 kesî jiyana xwe ji dest dane. Karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
Wezareta Parastinê ragihand, tevî ku bi Talîbanê re di nava şer de ne, ew tevlî karê alîkariya lezgîn dibin.
NATO'yê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan piştgiriyê didin artêşa Efgan, xwarek, av û betanî ji mexdûran re birine.
BBC jî ragihand piştî derbasbûna 5 rojan ser rabûna lehiyê li çendîn wilayetên Efganistanê, operasiyona lêgerîn ji bo dîtina meytên candayiyan û ji bo dîtina kesên asmayî di lehiyê de berdewam dike.
Dewleta Efganistanê ragihand ku her vê sibeyê tîmên filitandin û hawargihêştinê karîn 5 meytên din bibînin û ji ber zêdekirina jimara miryên nû peydabûyî jimara gişt miriyan heya vê demê gihêştiye 175 kesan.