Xwepêşandanên li paytexta Lîbyayê didomin
Tebax 24, 2020 10:42 Asia/Tehran
Li paytexta Lîbyayê, Terablusê gel li dijî hikumeta Wîfaqê daketin qadan. Çekdarên girêdayî bi Tirkiyê gule li xwepêşanderan reşandin.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Medyayê lîbyayî ragihandin ku xwepêşanderan li Terablusê ber bi avahiya meclisa serokatiyê ve çûn û Çekdarên girêdayî bi Tirkiyê gule li xwepêşanderan reşandin."
Hawar Newsê nivîsiye: "Her wiha hate ragihandin ku li bajarê Asabîa teşkîleyên bi navê "Simûd" hemleyên binçavkirinê pêk anîn.
Li paytexta Lîbyayê Terablusê û gelek bajarên din ji ber nebaşbûna rewşa jiyanî û gendeliya di saziyan de xwepêşandan hatin lidarxistin."