Tîrmeh 23, 2020 11:23 Asia/Tehran
  • NY'ê xwest pirsgirêka Qerebaxê bi danûstandinan bê çareserkirin

Şerê navbera Ermenistan-Azerbaycanê bi tevdana hin welatan zêdetir sor dibe. Neteweyên Yekbûyî ji bo çareseriya vî şerî bi riya gotûbêj û danûstandinan bang kir.

  Têkildarî şerê li Qerebaxê ku piraniya nifûsa wê Ermen in, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres daxuyaniyek da û bang kir ku pirsgirêk bi rêya danûstandinan bê çareserkirin. 

Berdevka Gûterres Stephane Dujarric daxuyanî da û diyar kir ku Sekreterê Giştî Gûterres bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan re axiviye. Hate ragihandin ku Gûterres ji lîderên her du welatan xwestiye ku şer tavilê bê rawestandin û dest bi danûstandinan bikin.

Li gorî daxuyaniyê, Gûterres fikarên xwe yên li ser şer da diyakirin û ji her du aliyan xwest ku xwe ji gotinên "tevdan û sorkirinê" vegirin.

Hate destnîşankirin ku Sekreterê Giştî her wiha diyar kiriye ku ew piştgiriyê dide hewldanên Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê yên ji bo rawestandina şer.

Her du welat, di dema jihevketina Yekîtiya Sovyeta berê de li ser Qerebaxê şer kirin û di encamê de 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Şer salên 1990'î bi serketina leşkerî ya Ermenan bi dawî bû û li Qerebaxê komarek hate ragihandin ku tenê ji aliyê Ermenistanê ve tê naskirin.

Şer hefteyên dawî ji nû ve dest pê kir û tê gotin, ji her du aliyan bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dane.

Herî dawî hikumeta Ermenistanê nerazîbûn nîşan dabû ku Azerbaycan bi sorkirina Tirkiyê provokasyonên xwe zêde kiriye.

Serepeyv