Hindistan- 40 hezar û 425 kesên din bi Koronayê ketine
Hindustanê roja duşemê 20.07.2020an bi awayê rekorî pirtir ji 40 hezar pêketiyên nû yên vîrusa korona ragihand.
Wezareta Tendirustiya Hindustanê ragihand ku di heyama 24 saetên dawî de 40 hezar û 425 pêketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin. Jimara giştî ya pêketinan bûye 1 milyon û 118 hezar û 43 kesan. Herwiha heta niha 27 hezar û 497 kes jî ji bi Koronayê mirine.
Wezareta tendirustiya Hindustanê da zanîn ku rojane pirtir ji 300 hezar kes ji ber wê vîrusê têne test kirin.
Nîfûsa Hindistanê 1 mîlyard û 400 milyon kes e û di hefteyên borî de zêdebûneke berbiçav di hejmara pêketin û mirinên jiber jiber korona tên dîtin.
Rêvebirîyên xwecîhî li deverên ku korona belav dibe, jinûve biryara qedexeya derketina kolanan didin û tedbîrên pêşîgirtina korona xurt dikin.