Trump cara yekê ye bi maskê derket pêşberî kamerayan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i317652-trump_cara_yekê_ye_bi_maskê_derket_pêşberî_kamerayan
Îro roja yekeşemê 12.07.2020am Serokomarê Amerîkayê Donald Trump cara yekê bi maskê derket pêş kamerayan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 12, 2020 17:44 Asia/Tehran
  • Trump cara yekê ye bi maskê derket pêşberî kamerayan

Îro roja yekeşemê 12.07.2020am Serokomarê Amerîkayê Donald Trump cara yekê bi maskê derket pêş kamerayan.

Donald Trump serdana Navende Leşkerî ya Neteweyî ya Walter Reed, ku li derveyî Washington ya paytext e, kir û bi leşkerên birîndar û karbidestên saxlemîyê re kom bû û ji bo cara yekem neçar ma maskê bide ber pozê xwe.

Trump berê ti car bi maskê derneketibû pêş kamerayan û jiber ku maske nedida ber rûyê xwe, bi tundî dihat rexne kirin.

Trum li ser  wan rexneyan gotibû ku ew carna maskê dide ber rûyê xwe.