Raportera NY ji rapora terora Serdar Şehîd Silêmanî berevanî kir
Raportera taybet ê NY tevî berevaniya ji rapora xwe ya derbarê terora fermandarê Şehîd ê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir ku qanûnên navneteweyî, qanûnên Amerîkayê naşopînin.
Li gorî rapora Fars Newsê, "Agnès Callamard", Raportera taybet a NY bersiva gotinên rayedarên amerîkî li dijî rapora wî derbarê Terora serdar Qasim Silêmanî da û helwêsta Waşîngtonê red kir.
Agnès Callamardê got: Bingeha rapora min derbarê bikaranîna kontrolnebûyî û berdewam a firokeyên bêfirokevan ên leşkerî û nirxandina êrîşa bi van firokeyan ser General Silêmanî, Qanûnên Navneteweyî ye.Rapora Kamalard ya şermezarkirina terora serdar Şehîd Silêmanî ku roja Pêncşemiy di civîna Konseya Mafên Mirovan a NY hat raberkirin, rayedarên amerîkî hêrs kirine.