Li Etîyopyayê di protesto û şeran de herî kêm 239 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i317539-li_etîyopyayê_di_protesto_û_şeran_de_herî_kêm_239_kes_mirin
Li Etîyopyayê piştî kuştina hunermendekî navdar çalakiyê protestoyê hatibû lidarxistin. Hefteya borî di van şer û protestoyan de herî kêm 239 kes mirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 08, 2020 19:33 Asia/Tehran
  • Li Etîyopyayê di protesto û şeran de herî kêm 239 kes mirin

Li Etîyopyayê piştî kuştina hunermendekî navdar çalakiyê protestoyê hatibû lidarxistin. Hefteya borî di van şer û protestoyan de herî kêm 239 kes mirin.

Piştî qetilkirina hunermend Hachalû Hundessa yê Oromor şer dest pê kir.

Li gorî alîkarê serokê polîsên herêma Oromîayê, “Li herêmê ji ber şeran 9 polîs, 5 endamên milîşan û 215 kesên sivîl mirine.” Polîsê paytext Addîs Abeba jî diyar kir ku li paytextê ji ber bûyeran 10 kes mirine.

Ev çalakiyên protestoyê û şer piştî qetilkirina hunermend Hachalû Hundessa dest pê kir. Hachalu Hundessa di 29’ê Hezîranê de hatibû qetilkirin.

Alîkarê şefê polîsan diyar kir ku wan heta niha 3500 kes destgîr kirine.