Antonio Guterres: Asta destwerdana di Lîbyayê de gihaştiye asteke bi xeter
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i317537-antonio_guterres_asta_destwerdana_di_lîbyayê_de_gihaştiye_asteke_bi_xeter
Sekreterê giştî yê NY`î Antonio Guterres got, destwerdana derve ya di Lîbyayê de gihaştiye asteke pir bi xeter.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 08, 2020 19:07 Asia/Tehran
  • Antonio Guterres: Asta destwerdana di Lîbyayê de gihaştiye asteke bi xeter

Sekreterê giştî yê NY`î Antonio Guterres got, destwerdana derve ya di Lîbyayê de gihaştiye asteke pir bi xeter.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, di kongreyek Konseya Ewlehiyê ya NY de li ser asta wezîran bi rêya Online, rave kir ku ew ji sewqkirina hêzên leşkerî li dora bajarê Sirtê yê di navbera Terablusê li rojavayê welêt û Binxazî li rojhilatê wî de bi fikar e.

Dewleta Tirkiyê di çend mehên dawîn de bi hezaran çeteyên Sûriyê şandin Lîbyayê da ku li kêleka milîşên çekar ku Terablusê kontrol dikin li dijî hêzên Xelîfe Hefter şer bikin.

Enqerê heman demê de serbazên xwe şandin Lîbyayê û odeyên meşandina şer li Lîbyayê ava kirin da ku desteka hikumeta El-Sirac bike.