Mijdar 02, 2019 18:43 Asia/Tehran
  •  Gefa Trump li bara daketina bûrsê ger ku ew were îstîzahkirinê

Serokkomarê Emerîkayê weke berteka li hemberî pejrandina pêvajoya îstîzaha wî li meclisa nunerana vî welatî gef xwar ku Ger ev pêvajoya bidome, bazara bûrsê dê bi awayekî bê mînak dakeve.

 Li gorî rapopra IRNA`yê, Donald Trump serokkomarê Emerîkayê roja îniyê şevê li axiftina xwe a hilbijartinê li bajarê Toployê li eyaleta Mîsîsîpiyê, îstîzah wek karê kirêt ê Demokratan û ji ber şîdeta bîr û hizrên wan da zanîn û got: "Demokrat tam dîn bûne."

 Trump li vê axiftinê jî mîna caran bo hevrikên xwe yên Demokrat û seroka parlemana  nunerana  Emerîkayê, peyvên mîna "Baydênê xewok" û "Nansî plosiya dîn" bi kar anî. 

 Serokkomarê Emerîkayê li bara xebata Hanter Baydên kurê Co Baydên, hevrikê wî yê sereke û muhtemel li hilbijartinên  serokkomariyê li sala 2020`an  got: "Hanter bi xebata li şîrketeke enerjiyê li halekî ku bi milyonan dolar dan wî ku lêzanînên wî li bara enerjiyê ji zarokekî şeş salî jî kêmtir e."

 Meclisa nunerana  Emerîkayê roja Pêncşemiyê dengê erê da lêkolînên îstizaha serokkomarê vî welatî. 

 Li vê dengirtinê, 232 nuneran gotin ku biryarnama  hilkolandina îstîzaha Trump pesend dikin û 196 nuner jî li hember wê dijberî kirin.