Nunerên 50 welatan: Bila dorpêça ser gelê Keşmîrê bê rakirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i308207-nunerên_50_welatan_bila_dorpêça_ser_gelê_keşmîrê_bê_rakirinê
Zêde ji 50 endamên Komîteya Mafên Mirovan a NY xwestin ku dorpêça ser gelê Keşmîra di bin kontrola Hindê da were rakirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 12, 2019 14:07 Asia/Tehran
  • Nunerên 50 welatan: Bila dorpêça ser gelê Keşmîrê bê rakirinê

Zêde ji 50 endamên Komîteya Mafên Mirovan a NY xwestin ku dorpêça ser gelê Keşmîra di bin kontrola Hindê da were rakirinê.

Nunerên 50 welatan di civîna Komîteya Mafên Mirovan a NY de di daxûyanîyekê de xwest ku hikûmeta leşkerî û hepiskirina di malê de ya gelê Keşmîra di bin hikimdarîya Hindê da zûka bê rakirinê.

Di wê daxûyanîyê de pêgirî ser azadkirina girtîyên sîyasî û vekirina rêyên ber bi Keşmîrê va hatîye kirinê û ji dewleta Hindê hatîye xwestin ku giştpirsîya azad li Keşmîrê lidar xîne.

Gelê Keşmîra di bin kontrola Hindê da nêzî 40 rojan e ku ji hêla leşkerên hindî va hatîye dorpêçkirin û di malan de hatîye hepiskirinê û rewşa wê deverê gelekî qeyranî ye.

Dewleta Hindê di 5`ê Tebaxê de desthilatên taybet ên Keşmîra di bin kontrola wî welatî de ibtal kirin.

Konseya Ewlehîyê ya NY jî di daxûyanîyekê di vî warî de pêgirî ser lidarxistina giştpirsîya azad jibo kivşkirina çarenûsa wê herêmê kirîye.