Nîsan 07, 2021 21:47 Asia/Tehran
  • Di protestoyên Miyanmar de 13 xwepêşanderên din hatin kuştin

Hêzên Ewlekariya Miyanmarê îro 07.04.2021ê gulle berdan xwepêşanderên dijî-darbeya leşkerî û 13 kes kuştin û hejmarek jî birîndar kirin, weke çavkaniyên mediya navxweyî dibêjin. Herwiha hejmarek peqînên sivik li paytexta bazirganî Yagon rûdane û kompaniyeke Çînî şewitîye.

Hakimê leşkerî dibêje serhidana sivîlan dê Miyanmarê "Wêran" bike. Li gorî komeleyên çalakvan heta niha li Miyanmarê zêdetirî 580 kes hatine kuştin ji roja 1ê Şibatê dema ku darbeya leşkerî destpêkirî heta niha, dema ku leşkeran dawî li desthilata demokrasî ya sivîl anî.

Her çende leşker hêzeke kujer bikar tîne bo jinavbirina opozisyonê, lê dîsan li seranserî welat xwepêşandan tên dom kirin.

Mediya navxweyî daye zanîn ku hêzên ewlekariyê roja Çarşemê li bajarê Kale yê bakurê rojhilat gulle berdane xwepêşanderan dema ku daxwaza vegerîna desthilata demokratîk a bi serokatiya Aung San Suu Kyi dikirin.

Yek ji rûniştiyîn herêmê gotiye Reuters, di dema gulleberanê de 11 kes hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûn, lê ajnasa Reuters nikarî hejmara kuştiyan ji çavkaniyên bêalî piştrast bike. Herwiha 2 kes jî li bajarê Bago yê nêzîkî Yangon hatine kuştin.

Dengê peqînan jî li Yangon hatine bihîstin ku ji 7 peqînan kêmtir nebûn, weke xwecihên li herêmê dibêjin, peqîn li dij avahiyên hikûmetê, nexweşxana leşkerî û li navendên bazarirganî pêk hatine.

Balyozxana Amerîka li Yangon gotiye, raportên derbarê peqînan gehiştine wan ku "bombeyên dengî yên bi dest çêkirî bûn yan jî lîstikên agirî ku armanc jê peydakirina ajawegêriyê ye û ziyanên herî kêm çêbûne".

Li Yangon Çarşemê şewat li fabrîka cilan ya çînî JOC derketîye, lê heta amadekirina vê raporê derbarê ziyanên madî û canî pêzanîn nehatine ragihandin, li taxeke din ya Yangon weke ji dev mediya civakî derketiye çalakvanan agir berdaye alayê Çînê, jiber ku ew weha dibînin ku Çîn piştevaniya encûmena leşkerî ya darbekar li Miyanmar dike.

Serepeyv