Çile 26, 2026 10:44 Asia/Tehran
  • Bermahîka qehweyê wek parzineke xwezayî; hilmijîna 98% qerqeşûmê ji ava gemar

Lêkoleran nîşan daye ku bermahîka qeheya bikarhatî dikarî heta sedî 98 metalên giran ên weke mîsû qerqeşûmê ji ava gemar û pîs hilmije û jê bibe.

Qehwe yek ji vexwarinkên herî zêde bikarhatî li cîhanê ye û zêdebûna bkaranîna wê (zêde ji 176 miliyon kîseyên 60 kîloyî di sala 2021-2022 da), aseke zêde ya vê bermahîka têrtijî bi madeyên organîk berhem tîne.

Bermehîka qehweyê çawa avê paqij dike?

Vê koma lêkolînî bermahîkên qehweyê yên berhevkirî di heyama pêvajoyeke kontrolbûyî da xistine ber tîn û germayê û ew bo madeyeke qulqulî û têrtijî ji kerbonê bi navê 'biochar' veguherandin. Ev made bi giştî ji bo baştirkirina kualîteya axê tê bikaranîn. Bi baştirkirina pileya germahiyê û heyama germadanê, vê biochar'ê karî heta sedî 98 ji qerqeşûma heyî li nav avê hilmije; bi awayekî ku her grama wê dikarî 4.9 mg qerqeşûmê hilgire.

Di lêkolîna duyem da, lêkoleran nîşan da ku heta bermehîka xav a qehweyê bêyî tu proseskirineke zêdetir jî dikare di tîritîyên kêm da, metalên giran ên weke mîs û royî ji avê jê bibe.

Herwisa hat diyarkirin ku hevdudanioya bermahîka qehweyê digel madeyên din ên weke postê birinc dikare rêjeya safîkirinê di tîritîyên zêde da baştir bike.

 

Serepeyv