Têkiliya jênêtîkî navbera hestyariya li dengên rojane û aloziyên derûnî
Lêkolîna Zanîngeha Amsterdamê nîşan dide ku Mîsfobiya (hestyariya giran li hember dengên weke cûtin û bêhnkişandinê) dibe ku 'koka hevbeş a jênêtîkî' digel alozîne mîna bêhedarî, tengijîn û Aloziya Strêsa Piştî Bûyerê (PTSD) hebe.
Hevpoşiya Jênêtîkî digel Aloziyên Derûnnasiyê
Analîza dataya jênêtîkî ya bi hezaran kesan nîşan da, kesên tûşbûyî bi Mîsfobiyayê bi awayekî berçav hilgirê jênên têkildarî aloziyên derûnî ne. Drêk Smît sergêrê vê lêkolînê dibêje:
"Hevpoşiya jênêtîkî digel PTSD'ê nîşan dide ku jênên ku potensiyela wê pêk tînin, metirsiya Mîsfobiyayê jî zêdetir dikin."
Vê encamê hêvîdariya ji bo 'Bikaranîna şêwazên dermanî yên PTSD'ê li Mîsfobiyayê' pêk aniye.
Ciyawazî digel hestyariyên dengî li Otîzmê
Vê lêkolînê tu têkiliyeke jênêtîkî ya watedar navbera Mîsfobiya û aloziya Otîzmê peyda nekir û nîşan da ku ev her du ji hêla jênêtîkî va hema bêje serbixwe ne.
Berfirehî û bandora aloziyê
Berteka tûşbûyîyan dikare ji nizim heta giran guherbar be. Li gorî lêkolînekê di sala 2023an da, derdora 18,4% ji xelkê Brîtanyayê tûşî nîşaneyên Mîsfobiyayê dibin.