Çaya tirş; vexwarinka kêmkalorî û gelekî sûdmend
Çaya tirş bi kaloriya kêm û têrtijî ji vîtamîn û dije-oksîdanan, vexwarinkeke sûdmend ji bo kontrolkirina zexta xwînê û bihêzkirina leşî ye.
Çaya tirş a tijî dije-oksîdan; mertalek li hember ziyana xaneyên leşî
Taybetmendiyeke herî berçav a çaya tirş, hebûna anto-siyanîn û esîdên giyayî yên bibandor e ku rola wan di pûçkirina radîkalên azad heye.
Çaya tirş ji bo dil sûdmend e
Rola çaya tirş di kêmkirina zexta xwînê ya bilind heye, kolêstrola baş (HDL) zêde dike û kolêstrola giştî, LDL û Trî-Glîsîrîdê kêm dike.
Herwiha çaya tirş ji bo kesên ku dixwazin jar bibin, alîkar e û alîkariyê dide baştirbûna xebata pergala mehandina xwarekê.
Çaya tirş vexwarinkeke aramker ji bo rojên tijî strês e û têkelkirina wê digel hingiv, leymûna tirş an ne'nayê, vexwarinkeke hênikker û xweştam nemaze ji bo demsala germ pêk tîne.