Fomo'yên zihnî ji hesta besnebûnê
Hesta Besnebûnê hîseke herî kotî û nebaş e ku mirov dikare rastî wê yekê bibe û reklama bazirganî nemaze di pîşekariyeke pirrderhat weke pîşekariya Bedewiyê bi pêhesandina tirsên herî nihênî, hewl didin wisa bi mirov ra bidin bawerandin ku têra xwe bedew nînin.
Hesta Besnebûnê çi ye?
Hinek ji derûnnasên civakî dibêjin: Reklama bazirganî nemaze di pîşekariyeke pirrderhat weke pîşekariya Bedewiyê bi pêhesandina tirsên herî nihênî, hewl didin wisa bi mirov ra bidin bawerandin ku têra xwe bedew nînin da ku werine pesinandin û ev mijar hesta xwekirêtzaniyê di mirovan da pêk tîne.
Nizimbûna xwebaweriyê hegera hesta xwekirêtzaniyê
Derûnnasên civakî dibêjin, pêkanîna hesta xwekirêtzaniyê bûye sebeb ku mirov hewl bidin bi amûrekê xwe zêdetir wek qebûlkirî nîşan bidin.
Fomo çi ye?
Roja îro kovar, televîzyon, torên civakî û weke wan bi rêya reklamê zihniyetekê ji bo mirovan ava dikin ku wek 'Fomo' (Fear Of Missing Out) tê zanîn. Fomo yanî mirov hîs bike ku gişt di rêya erênî û durist da dimeşin û ew bi paş da maye û divê hewl bide ku xwe bigihîne kesên din!