Gelo vexwarina zêde ya çaya tîr metirsîdar e?
Pisporên xwarinê tenê tekeziya li ser feydeyên çay û vexwarinên giyayî dibêjin: Vexwarina zêdebarî ya çaya tîr û pirr reng bi taybet tevî şekir û şîraniyê, dikare bibe sebeba metirsiya ser tenduristiyê.
Çaya tîr tevî şîraniyê; pêkhateyeke ziyander
Pisporên bijîşkiya kevneşopî bawer in ku zêdetirîn ziyana çayê ji ber vexwarina wê bixwe nîne, belkî ji ber vexwarina wê digel şekir, keyk, şîranî yan xurmeyê ye û ev adet kaloriya wergirtî gelekî zêde dike û di gelek kesên qelew da, tenê ev nimûneya vexwarinê ya demdirêj dibe sebeba zêdebûna giraniya leşî.
Navbira demê digel xwarinê divê were berçavgirtin
Çay divê ji kêmî du saet pêş an piştî xwarinê were vexwarin.
Qehwe; sûdmend lê bi sînordarî
Vexwarina qehweyê di asta normal da dikare sûdmend be, lê vexwarina wê ya zêdebarî dikare hevsengiya xewê aloz bike, strêsê zêde bike û anegorî kafeîna zêde divê bi baldarî were bikaranîn.
Xaleke din a giring ev e ku, çaya taze demkirî, kêmtîr û bêşekir tevî xwarina sivik, bijardeya herî baş di wan rojan da ye ku hewa pîs e.