Bi xwarina van mêweyan xebata mejî baştir dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i357858-bi_xwarina_van_mêweyan_xebata_mejî_baştir_dibe
Karzan dibêjin xwarina mêwe û xwarekên tijî ji hesin, kelsyûm, potasyûm û menyezyûmê weke Grîp Frût, Kîvî, Pirteqal û Xurmeyê dikare hişyarî û xebata mejî baştir bike.
(last modified 2026-01-09T09:56:15+00:00 )
Çile 09, 2026 08:17 Asia/Tehran
  •  Bi xwarina van mêweyan xebata mejî baştir dibe

Karzan dibêjin xwarina mêwe û xwarekên tijî ji hesin, kelsyûm, potasyûm û menyezyûmê weke Grîp Frût, Kîvî, Pirteqal û Xurmeyê dikare hişyarî û xebata mejî baştir bike.

Xwarina Grîp Frût, Hingiv, Kîvî, Pirteqal, Hejîr û Xurmeyê dibe sebeba hişyariya mejî. 

Hesin ji madeyên kanzayî yên gelekî giring ji bo zêdekirina bîrê ye; dema ku hesinê leşî hindik be, hêza hînbûn, lêhûrbûn û baldariyê kêm dibe.

Kêmasiya hesin dibe sebeb ku mirov gelekî zû hest bi westiyanê bike û tûşî serêşan û bêhaliyê bibe û hêza xwe ya jiberkirina babetan ji dest dide.

Kelsyûm, Potasyûm û Menyezyûm ji madeyên kanzayî ne ku roleke wan a giring di xebata xaneyên esebî da heye û xwarinên têrtijî ji van madeyên kanzayî alîkariyê didine hişyariya zihnê.

Madeyên xwarinî yên weke şîr, şîrtemenî, sêv, zerdele, mûz, grîp frût, hingiv, pirteqal, alû, gêlaz, tûfiringî, xurme, kartol, dendikên rûndar, pincarên pelkesk, masî û goşt lêvanlêvî kelsyûm, potasyûm û menyezyûmê ne ku roleke giring di baştirkirina xebata xaneyên esebî da hene.