Çile 05, 2026 10:07 Asia/Tehran
  • Pêşîgirtin li zuhabûna çavan di hewayê zivistanê da

Zuhabûna çavan di zivistanê da pirsgirêkeke nasyar e ku ji ber kêmbûna nêma hewa û bikaranîna pergalên germkirinê pêk tê.

Ji bo pêşîlêgirtinê û kêmkirina nîşaneyan dikarî van rêkaran bişopînî:

1 - Bikaranîna amûra nêmdarkera hewa: Ev amûr divê li atmosfera navxweyî ya nav malê were biakranîn.

2 - Parastin li atmosfera vekirî

  • Berçavkê bi kar bîne
  • Kumê lêvikdar dayîne serê xwe da ku çavên xwe li hember sermayê biparêzî
  • Maskê ji bo niximandina dev û bêvilê xwe bi akr bîne da ku hewayekî nêmdar bigihêje çavan.

3 - Miqatebûna li çavan

  • Dilopên nêmdarker ên çavan (hêsirê çêkirî) bi kar bîne
  • Têra xwe pêlû lêbide, bi taybet dema ku temaşeyî şaşeyan dikî
  • Çavên xwe nemale

 

4 - Xwarin û vexwarin

  • Têra xwe avê vexwe
  • Bikaranîna xwarinên pêkhatî ji Esîdên çewr ên Omega-3 zêdetir bike
  • Xwarinên tijî Vîtamîn-A bi kar bîne

5 - Atmosfera nav malê rêk bixe

  • Bila germahiya odeyê normal be
  • Rasterast li ber tevgera hewayê germ rûnene

6 - Heyama bikaranîna şaşeyê kêm bike

7 - Serdana bijîşk bike

  • Heke nîşane giran an berdewam in, serdana bijîşkê çavan bike

Bi berçavgirtina van xalan dikarî pêşî li zuhabûn û nerihetiya çavan di heyama zivistanê da bigirî.

 

Serepeyv