Bersojkîbûn; pirsgirêkeke nasyar bi hokarên cihêwaz
Li gorî gotina pisporên pergala mehandina xwarinê, şewata gedeyê yan bersojkîbûn ji nexweşiyên nasyar ên vê pergalê ye ku li nav nexweşan hatiye ragihandin.
Pisporên pergala mehandina xwarinê tevî amajeya bi vêya ku pirraniya babetên bersojkîbûnê ji ber reflaksa giranê a esîda gedeyê ye, babetên cûrbicûr ên din wek hokarên pêkhatina reflaksa esîda gedeyê zanîne.
Bi gotina wan, ev hokar pêkhatî ji xwarina xwarekên çewr, tund, tirş, vexwarinkên weke nûşawe û qehwe, dewê gazdar, elkol û babetên din ên weke wan e.
Li gorî vê yekê, xwedermankirin di babetên weke bersojkîbûnê dikare bibe sebeba qewimîna dûhatên ciddî ku teqez nexweş divê ji bo têderxistina deqîq û dermankirina wê serdana bijîşk bikin.
Pispor hişyarî didin, di hin babetan da bersojkîbûn yan nerihwetiyên devera jora zik dibe ku nîşaneyek ji nexweşiyên dil be û di vê rewşê da serdana bijîşk pêwîst e.
Hêjayî gotinê ye, nexweşên ku bi nîşaneyên weke êş û şewata li devera jora zik serdaba bijîşk dikin, girêdayî bi nêrîna bijîşk dibe ku ji bo pêkanîna endoskopiyê bên şandin. Di nav wan nîşaneyên ku hewceyî vekolandina deqîq in, em dikarin balê bikişînin ser kêmbûna giraniya leşî, vereşînên xwînawî, kêmxwînî, êşa şevê û raboriya şêrpenceyê bikin.