Îlon 02, 2025 13:56 Asia/Tehran
  • 'Heyva Xwînawî' dê bibe mêvana asimanê şevê

Hogir û hezkiriyên stêrknasiyê li seranserî cîhanê di êvara 7ê Îlona 2025an de dikarin duyemîn Heyvgirtina tevav a sala 2025an temaşe bikin.

Ev diyarde ku ji ber şikesta ronahiyê di atmosfera Erdê de û rengê sorê ber bi mîsî yê Heyvê wek 'Heyva Xwînawî' hatiye binavkirin, li gellek welatan di nav de li Îranê jî bi çavê asayî dê were

dîtin.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Malpera Mirror'ê, Asiman dê bi van zûtiyan dîmeneke balkêş pêşkêş bike; ji ber ku biryar e duyemîn Heyvgirtina tevav a sala 2025an biqewime. Hezkiriyên

asiman û stêrknasiyê dikarin vê diyardeyê li gellek navçeyên cîhanê bêyî ku pêdivî bi alaveke taybet hebe, bibînin.

Heyvgirtin (Înglîzî: eclipse) demekê diqewime ku Heyva tevav ji sîbera Erdê derbas bibe. Ev diyarde herwiha dê bibe sebeba derketina Heyva Xwînawî ku li gellek deverên cîhanê dikare were

dîtin.

Heyva Xwînawî bi navê xwe yê wehşetnav di rastiyê de amaje bi rtengê sorê mîsî yê Heyvê di dema Heyvgirtinê de dke. Heyv di dema Heyvgirtinê de ji ber şêwaza rûbirûbûna ronahiya Rojê

digel atmosfera Erdê vediguhere rengê sor. Bi teyîsîna ronahiyê li atmsfera Erdê, pêlên kurttir ên ronahiyê ji wan ronahiya şîn, ber bi derve dipijiqin; lêbelê pêlên dirêjtir weke ronahiya sor

dişkên û derbasî nav sîbera Erdê dibin. Dema ku ev ronahî digihêjin ser asta Heyvê, dikarin rengê wê veguherînin sor; ev pêvajo weke şêwaza sorbûna asimên di dema hilatin an jî avabûna

Rojê de ye.

Ev rûdan dê êvara Yekşemiyê, 7ê Îlona 2025an, biqewime.

Serepeyv